Serok Barzanî: Gelê me tu carî zimanê zordarî qebûl nake
PeyamaKurd – Serok Mesût Barzanî îro ji bo 34emîn salvegera Enfala Badînan peyamek belav kir û diyar kir: “Gelê me tu carî zimanê zordarî qebûl nake, lazim e hikûmeta Iraqê jî qerebûya tevahiya wan tawan û sitemkariyan bide ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.”
Serok Barzanî di peyama xwe de da zanîn: “Roja 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona heman salê, di berdewamiya tawanên rejîma Iraqê yên li dijî gelê Kurdistanê de, beşeke gelek zêde ji herêma Badînan kete ber pêleke dije însanî, kîmiyabarankirin, kuştin, girtin, veguhastin û enfalkirina welatiyên bêtawan, ji aliyê hêzên vê demê yên rejîma Iraqê ve.
Serok Barzanî eşkere kir: “Di encama ev tawana dijî însanî de bi hezaran welatî şehîd, birîndar, wenda û aware bûn û bi sedan gund jî hatin wêrankirin.”
Herwiha destnîşan kir: “Mebesta rejîmê ji vê tawana han ya mezin guhertina demogirafiya Kurdistan û jinavbirina îradeya gelê Kurdistanê bi rêya çek û zordariya leşkerî bû, lê îradeya gelê Kurdistanê, ji bo mayîn û azadîxwazî, bi ser ket û ewin ku rastî şikestê hatin dijmin, neyar û tawanbar bûn ku ketine nava gilêşdaniya dîrokê de.”
Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: “Di 34mîn salvegera Enfala Badînanê de silav li rihê paqijê şehîdên komkujiya Kurdên Feyilî, Enfala Badînan, Germiyan, Barzan û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dinihêrin, di vê bîranîna han ya xemgîn de ev yek eşkere dikin ku gelê me tu carî zimanê zordarî qebûl nake, lazim e hikûmeta Iraqê jî qerebûya tevahiya wan tawan û sitemkariyan bide ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin