ENKS: Serok Barzanî parêzvanê gelê Kurd e

26 January 2025 16:29 0 dîtin
ENKS: Serok Barzanî parêzvanê gelê Kurd e

PeyamaKurd – Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ragihand ku Serok Mesûd Barzanî bi rastî bav û kalê gelê Kurd e.

Serokê ENKSê Mihemed Îsmaîl di daxuyaniya xwe ya 25ê Çileya 2025ê de got, "Serok Barzanî parêzvanê doza gelê Kurd e û bi rastî jî bav û kalê gelê Kurd e."

Çalakvan Şivan Îbrahîm jî got, "Serok Barzanî hewl dide partiyên Kurdistanî yên li Rojava nêzîkî hev bike, weke yek şande biçin Şamê û daxwaza mafên xwe bikin."

Îbrahîm herwiha got, "Serok Barzanî piştevaniya serkeftina proseya aştiyê li Bakur dike ji bo bidawîkirina şerê çekdarî û dabînkirina jîngeheke aram ku tê de Kurd bi azadî û aramî bijîn."