Ji 46 rêxistinên sivîl û mafên mirovan bangewaziya Îranê
PeyamaKurd - 46 rêxistinên sivîl û mafên mirovan ên Îranê û cîhanê li dijî tundîya dijî xwepêşanderan li Îranê daxuyanî dan û bang li rejîma Îranê kirin ku xwepêşandêrên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin werin berdan.
Rêxistinan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de daxwazên xwe wiha rêz kirin:
- Divê di demeke nêz de, xwepêşander û çalakgerên hatine girtin werin berdan.
- Rêz ji çalakiyên aştiyane û çalakiyên azad re were girtin.
- Divê demildest îşkence û zexta ku rejîma Îranê li hember xwepêşandêran pêk tîne were rewestandin.
- Kesên ku destê wan di kuştina xwepêşanderan de heye divê werin eşkerekirin, dadgehkirin û cezakirin.
- Divê qedexeya li ser înternetê were rakirin û mafê agahî standinê neyê astengkirin.
Li gorî amarên Amnestyê heta niha bi kêmî 208 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin û ji bilî birîndarbûna bi hezaran kesan jî bêhtirî 10 hezar kes di maweya xwepêşandanan de hatine girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin