Ji Berpirsa Mafên Mirovan a Almanyayê bangewaziya Demirtas û biryara DMMEyê

23 December 2020 20:09 0 dîtin
Ji Berpirsa Mafên Mirovan a Almanyayê bangewaziya Demirtas û biryara DMMEyê

PeyamaKurd - Berpirsa Mafên Mirovan û Alîkariya Mirovî di Hikûmeta Almanyayê de Barbel Kofler, bang li Tirkiyê kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê azadkirina Selahattîn Demîrtaş de bilez bicih bîne.

Kofler li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “DMMEyê piştrast kir ku girtina Selahattîn Demîrtaş li Tirkiyê li ser bingehên siyasî ye. Peyama dadgehê zelal e: Divê bê berdan! Ez bang li dadweriya Tirk dikim ku hemû biryarên DMMEyê bi lez û bez bicih bîne."

Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, doh 22yê Kanûnê biryara xwe ya li ser girtin û binpêkirinên bo Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş eşkere kiribû û gotibû, divê Demirtaş demildest bê berdan.

Hêjayî gotinê ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, biryara DMMEyê ya bo Demirtaş îro di axaftina xwe ya li parlamenê de red kiribû û li ser gava ku bê avêtin jî tenê behsa wergerandina biryara DMMEyê kiribû.