Ji 93 kesên di bota noqavbûyî de bûn, piranî Kurd in: Tenê 29 kes hatine rizgarkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku duh 10ê Tebaxê danê sibehê boteke koçberan a ku 93 kes tê de bûn û ji bajarê Antalya yê Tirkiyê ber bi avên Yûnanê de bi rê ketibû li nêzîkî giravên Karpatos û Rodosê yên Derya Egeyê noq bû. Hat zanîn piraniya wan koçberan Kurd in û 64 kes jî winda ne..
Derbarê aqûbeta koçberên bota wan noq bûye de, Serokê Komeleya Penaberên ji Ewropayê Vegeriyane Bekir Elî daye xuyakirin ku ji 93 kesên ku duh li Deryaya Egeyê û li sînorê deryayî yê Yunanê bota wan noq bûye, tenê 29 kes hatine rizgarkirin û 64 kes jî çarenivîsa wan nediyar e.
Li gorî nûçeya Rûdawê Bekî Elî daye zanîn ku ji çaran sisiyê wan koçberên noqî avê bûne Kurd in.
Hêzên Ewlekariya Peravan ê Yunanê (HCG) ragihandiye ku 29 kes ji botê hatine rizgarkirin û koçberên di botê de jî welatiyên Iraq, Îran û Afganistanê ne.
Hat diyarkirin ku bota koçberan saet 05:00 sibeha Çarşembê noq bûye û sedem jî pêlên deryayê û xirabiya botê bûye.
Bekir Elî gotiye, “64 kes winda ne û hêzên deryayî yên Yunan û Tirkiyê li pey wan digerin, lê heta niha ti kes nedîtine.”
Serokê Komeleyê daye zanîn, Kurdên di nava botê de xelkê Başûrê Kurdistanê ne û beşek ji wan xelkê sînorê Raperînê ne, bi taybet jî xelkê sînorê Haciyava ne û jin û zarok jî di nava wan de hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin