Ji Almanya û Polonyayê Plana Hevkariya Parastinê

03 July 2024 08:39 0 dîtin
Ji Almanya û Polonyayê Plana Hevkariya Parastinê

PeyamaKurd - Di dema ku şerê Rûsya û Ûkrayna berdewam dike, Almanya û Polonyayê biryara zêdekirina hevkariya parastinê dan.

Civîna şêwirmendiya bilind a navbera hikûmetên Almanya û Polonyayê li Varşovayê hat lidarxistin. 

Piştî civînê, ji bo her du welatan di warê aborî, parastin û çekan de zêdetir bi hev re bixebitin, plana çalakiya hevpar hat ragihandin.

Balkêş bû ku piraniya plana çalakiya hevpar a 40 rûpelî bi parastinê ve girêdayî bû.

Di planê de Rûsya, ji bo aştiya Ewropayê weke xeteriya herî mezin hat nîşandan.

Plana ku bi armanca ku di salên pêş de hevkariyên heyî yên di navbera her du welatan de kûr bike û bi teşe bike hatiye amadekirin, zêdekirina hêza leşkerî ya hevbeş a parastina rojhelate Ewropayê pêşbînî dike.

Di metna planê de wiha hate gotin:

"Em ê bi hevkarî, standardkirina kapasîteyên xwe yên parastinê xurt bikin, kapasîteyên hilberînê zêde bikin û di pîşesaziya xwe ya parastinê de hilberînê bidin geşkirin."

Ji aliyê din ve di planê de hat diyarkirin ku wê bi alîkariyên tang û cebilxaneyan ên navbera Almanya û Polanyayê, hevkariya leşkerî bê xurtkirin û ji bo zêdetir alîkariya leşkerî ji Ûkraynayê re bê dayîn, wê di asta hikûmetê de hevkarî kûrtir bibe.