Ji Amerîka daxuyaniya bi guman û ji WHOyê jî dîyaloga nêzîk bo derziya Rûsî
PeyamaKurd – Li ser derziya korona ya Rûsî ku Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn ragihandibû ku li ser keça wî jî hatiye bikaranîn, ji Amerîka û Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) daxuyanî hatin dayîn.
Li gorî ragihandina Wezîrê Tenduristiya Amerîkayê Alez Azar, ‘ya girîng ne dîtin yan jî pêşxistina derziyê ye, ya girîng ewlehiya derziyê ye ku ji bo dinyayê û gelê Amerîkî bibandor û ewle be.’
Azar got, pêwîstî bi daneyên şefaf yên ceribandinên qonaxa sêyem a derziyê heye û diyar kir, “Ji lewra jî Serok Trump seroktiya operasyonê Warp Speed ên dîrokî yên pêşxistina derziya koronayê dike.”
Herwiha WHOyê jî da xuyakirin ku ew bi Rûsyayê re di mijara derziya hatiye pêşxistin de di nav danûstandina nêzîk de ne.
Berdevkê WHOyê Tarık Jasarevic got, "Em ji bo derziya pesendkirina pêşîn a Covid-19 bi rayedarên rûsî re di nav danûstandina nêzîk de ne, pêwîste pêvajo baş were çavdêrîkirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin