Ji Amerîka hemleya noqava nukleerî: Gihîst peravên Îsraîlê…

06 November 2023 21:24 0 dîtin
Ji Amerîka hemleya noqava nukleerî: Gihîst peravên Îsraîlê…

PeyamaKurd – Hate ragihandin, di demeke ku tê çaverêkirin Îsraîl operasyoneke berfireh li ser Xezeyê bide destpêkirin de, Amerîkayê jî noqaveke xwedê çekên nukleerî şandiye peravên nêzî Îsraîlê.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka CENCOMê ragihand ku noqaveke nukleerî bo peravên nêzî Îsraîlê hatiye şandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, CENTCOMê ev hemleya nû ya Amerîkayê piştî daxuyaniya Îsraîlê ya derbarê amadekariya destpêkirina operasyona berfireh a bejahî bi ser Xezeyê de ragihand.

 Herwiha CENTCOMê li ser medya civakî wêneyekî wê noqava nukleerî ku dema ji ser Kanala Suweyşê derbas dibe belav kir û ragihand, noqav gihîştiye cihê erka xwe.