Ji Amerîka û Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyên êrîsa ser Hewlêrê

13 March 2022 15:22 0 dîtin
Ji Amerîka û Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyên êrîsa ser Hewlêrê

PeyamaKurd – Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) û Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa şevê din a bi moşekên balîstîk bi ser Hewlêrê de, şermezar kirin.

UNAMIyê da xuyakirin, ew êrîşa tirsnak a ser Hewlêrê şermezar dikin û diyar kir, pêwîste hemû iraqî li dijî êrîş û gefên têkdana aramî û serweriya welat bi yekhelwestî tevbigerin.

Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî êrîşa moşekê ya ser Hewlêrê şermezar kir û ragihand, di encama êrîşê de ji bilî ziyanên madî ti ziyaneke canî çênebûye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka diyar kiriye ku ew wê êrîşa terorî ya pêşandana tundiyê şermezar dikin û da zanîn, Iraqê û Herêma Kurdistanê derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Şevê din li demjimêr 01:00 12 moşek bi ser Hewlêrê de hatin avêtin ku li dorûbera Balyozxaneya Amerîka ya Hewlêrê û avahiya Kurdistan24ê ketin. Di encama êrîşê de ziyanên madî çêbûn.