Ji Amerîkayê biryara Iraqê: Sandina hemû çekan hat sekinandin…
PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Ezmanî yê Artêşa Amerîkayê Bryan Brakens ragihand ku wan peymana şandina çekan bo artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya wî welatî daye hilawistin û heta îstiqrara venegere Iraqê naşînin.
Brakens got ku peymana şandina balafirên F-16 û şandina çekan hatiye hilawistin û heta îstiqran neyê Iraqê dê hilawistina şandina çekan di merîyetê de be.
Fermandarê Amerîkî da zanîn ku herî dawî 14ê meha 11an a 2019an sewqîyata çekan bo Iraqê hatiye kirin.
Li gorî peymana leşkerî ya Amerîka û hikûmeta Iraqê ku sala 2016an hatiye îmze kirin, Washingtonê bi nirxa 1 milyar û 800 milyon dolaran çek ji Iraqê re dişandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin