Ji Amerîkayê daxuyaniya sewata li girtîgeha Evîn a Tehranê: Îran berpirsiyar e...
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê şewata şevê din a li girtîgeha Evîn a Tehranê de ku bi sedan xwepêşanderên protestoyên piştî kuştina Jîna Emînî û hejmarek welatiyên amerîkî jî tê de dimînin, daxuyanî da.
Price li ser hesabê Twitterê got ku ew nûçeyên derbarê bûyera girtîgeha Evîn de bi lezgînî dişopînin û diyar kir, li wê girtîgehê welatiyên amerîkî yên bi neheqî têne girtin jî hene.
Ned Price herwiha got ku ji ewlehiya girtiyan bi temamî Îran berpirsiyar e.
Li gorî dîmenên hatine belavkirin, şevê din duxaneke mezin ji girtîgeha Evîn a Tehranê bilind bû û dengê teqînan hatin bihîstin ku malbatên girtiyan li ber girtîgehê civiyan.
Ajana IRNAyê daye xuyakirin ku di beşa mehkumên edlî de di navbera gardiyan û girtiyan de pevçûn çêbûye û 8 kes birîndar bûne û sedema şewatê jî wekî agirvedana beşa cilûbergan hatiye nîşandan.
Li gorî dîmenên li ser medya civakî belav bûne jî dengên diruşmên protestokirina rejîma Îranê ji girtîgehê hatine bihîstin û xelkê jî bi diruşman piştevaniya wan kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin