Ji Amerîkayê daxuyaniya vekisîna Herîrî ji avakirina hikûmeta Lubnanê
PeyamaKurd - Wezîrê derve yê Amerîka li ser vekişîna Seid Herîrî ji damezrandina hikûmeta nû ya Lubnanê daxuyanî da û got, ew geşedaneke reşbîn e ji bo xelkê Lubnanê.
Seîd Herîrî ku ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Lubnanê hatibû erkdar kirin, doh 15ê Tîrmehê ragihandibû ku wî bi serokomarê Lubnanê Mîşel Awn re li hev nekiriye û dest ji karê avakirina hikûmetê berdaye.
Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken li ser mijarê got, ya girîng ew e hikûmeteke pabend ku bikaribe reforman çêbike were pêkanîn.
Blinken diyar kir, divê hikûmet amadekariyên hilbijartinên parlemantoyê yê sala 2022yan bike ku divê di dema xwe de bi awayekî zelal û azadane bêne kirin.
Blinken herwiha bibîr xist ku di 9 mehên borî de çîna siyasî ya Lubnanê têk çûye û hikumetê nekariye ti xizmetekê ji bo gelê xwe bike.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê daxwaz ji serkirdeyên Beyrûdê jî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî û hikûmetekê pêk bînin da ku xizmeta xelkê Lubnanê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin