Ji Amerîkayê serdaneke girîng bo Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd – Li demeke ku mijara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê di rojevê de ye û ji Amerîkayê daxuyaniyên, nehiştina operasyonên Tirkiyê bi ser hêzên Kurd tê kirin de, Şêwirmendê Serokê Amerîkayê yê Asayişa Netewî John Bolton piştî serdana xwe ya Tirkiyê, derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.
Li gor nûçeya Şarkul Awsadê dê Bolton li pey serdan û hevdîtinên ligel Tirkiyê yên li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, dê bi rayedarên rêveberiya Rojava re jî bicive û serdana binkeyên leşkerî yên Amerîkayê bike.
Hat ragihandin ku serdana Bolton ji sala 2014an ve serdana herî pilebilind a Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê ye.
John Bolton tevî Nûnerê Sûriyê û Nûnerê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê James Jeffrey û Sererkanê Amerîkayê Joseph Dunford 7ê Çileyê serdana Tirkiyê dike.
Tê çaverêkirin piştre jî şanda Amerîkî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin