Ji Amerîkayê yekem peyama protestoyên Îranê: Em jî bêdeng namînin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, li ser xwepêşandanên Îranê ku di roja sêyemîn de hîn berdewam in û li gorî raportên medyayî bêhtirî 20 kes hatine kuştin daxuyanî da û ji bo xwepêşanderan got, “Amerîka dengê we dibihîze.”
Pompeo da xuyakirin, “Amerîka dengê we dibihîze. Amerîka piştevaniya we dike. Amerîka ligel we ye.”
Pompeo li ser twitterê peyma xwe ya salek û nîv berê bibîr xist û ragihand, “Gelê Îranê li hemberî zordestiya 40 salan a hikûmetên Îranê û kiryarên wê bêdeng namîne. Em jî bêdeng namînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin