Ji APIKUR daxuyaniya hinardekirina petrola Kurdistanê: Ti rêkeftin nehatiye kirin!

03 March 2024 12:38 0 dîtin
Ji APIKUR daxuyaniya hinardekirina petrola Kurdistanê: Ti rêkeftin nehatiye kirin!
PeyamaKurd - Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) derbarê îdiayên hin serkirdeyên siyasî yên Iraqê de, li ser rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhan a Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ew îdia red kirin.

Apikur da zanîn, ti rêkeftinek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û kompaniyên navdewletî yên petrolê de li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiye de nehatiye kirin.


Apikurê got: “Kompanyayên endamên Apikurê pêşwazî li vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeye dikin. Lê mixabin heta niha ti pêşniyar û bername û planek derbarê vê rêkeftinê de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ve nehatiye kirin, ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin, “Di dema dawî de çendîn raportên bêbingeh ji aliyê hin berpirsên payebilind ên hikûmeta Iraqê ve di medyayê de hatin belavkirin ku ew ligel kompanyayên petrolê yên navdewletî gihîştine rêkeftinekê ji bo destpêkirina karê xwe û hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê. Lê di rastiyê de, em hîna sedemên rastîn ên van nûçeyên derew nizanin û çima têne weşandin, lê em dizanin ku her meh ku boriya petrolê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de were girtin, Iraq dê 1 milyar dolar zirarê bibîne.”

Apikurê da zanîn: “Ji 7ê heta 9ê Çileya 2024an li Bexdayê di navbera nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û kompanyayên navdewletî yên petrolê de gelek civîn hatin lidarxistin. Lê heta niha Apikur ti pêşketineke berçav di pirsa hinardekirina petrola Kurdistanê de nedîtiye.”

Apikurê got: “Endamên Apikur amade ne ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bicivin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan di berjewendiya giştî de.”

Derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê de, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Derve Felah Mistefa dabû xuyakirin ku niha Tirkiye amade ye ji nû ve petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike, lê ev mijar li benda Bexdayê maye.