Ji ber operasyona Artêsa Tirkiyê metirsî li ser 15 gundan heye
PeyamaKurd- Artêşa Tirkiyê bi hinceta PKKê derbasî nav 15 gundên sînorê navçeya Zaxo bû û operasyonên leşkerî li dijî gerîlayên PKKê operasyonan pêk tîne.
Li gorî nûçeyên medya Kurdistanê, li herêmên Batûfa û Dêrkarê yên Zaxo, hêzên artêşa Tirkiyê li hinek cîhan kîlometreyekê, li hinek cîhan jî 2 kîlometreyan derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.
Ew gund nêzîkî sînor wekî Gundên Heftenan û Sinaht bi ser nahiya Dêrkarê ji bilî van gunda Qesrok, Merga Dişîşê Dêrşîş û Geliyê Pisaxa û çend gundên din ligel Bakurê Kurdistanê hevsînor in operasyona artêşa Tirkiyê berdewam e ku vala ne.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî du rojan ji ber destpêkirina operasyona Tirkiyê li navçeya Heftanînê li dijî PKKê, hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê bi awayekî fermi hişyarî dane nîştecihên şeş gundên sînorê herdu bajarokên Batîfa û Derkarê ku serdana gundên sînorî nekin.
Duh bi şev jî çend deverên sînorî ji aliyê firokeyên Tirkiyê ve hatine bombebarankirin. Bombebarana balafirên şer ên Tirkiyê jî li Başûrê Kurdistanê berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin