Ji ber peyva “Kurdistan”ê 15 meh hepis!
PeyamaKurd- Ji ber ku kesê bi navê S.B. di medyaya civakî de hinek parvekirinên ku di nava wê de peyva “Kurdistan”ê derbas bûye, bi 15 salan hepsê hate cezakirin.
Dadgeha Cezayên Giran ya 2yemîn ya Erzincanê, kesê bi navê S.B. ji ber parvekirinên medyaya civakî ceza kir. Sebeba dadgehê jî ew e ku dibêje “propagandaya terorê kiriye.”
Yek ji îfadeyên ku di medyaya civakî de cih girtiye jî ev e: “Kurdino bibin yek, heke hûn nebin yek, hun ê herin yek bi yek.”
Ji xeynî vê jî S.B. wêneyekî ku li serê peyva “Kurdistan”ê nivîsiye parve kiriye û ev jî wekî sûc hatiye qebûlkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin