Peyva “Kurdistan”ê îxtîlaf xiste nava Partiya Saadetê!
PeyamaKurd- Serokê Rêxistina Partiya Saadetê yê navçeya Zîleya bajarê Tokatê ji ber îfadeyên Serokê Partiyê Temel Karamollaoglu, ji partiya xwe îstîfa kir.
Berî niha Serokê Partiya Saadetê (SP) Temel Karamollaoglu gotibû ku divê namzetê HDPê yê serokomariyê Selahattin Demirtaş ji hepsê were berdan û ji bo Kurdistanê jî gotibû divê peyva Kurdistanê bi rehetî were bikaranîn.
Piştî van geşedanan Serokê Rêxistina Partiya Saadetê yê navçeya Zîleya bajarê Tokatê Serdar Akçal daxuyaniyek da û got ku Selahattin Demirtaş alîgirê terorê ye ku leşker û polîsên me dikujin. Ji xeynî vê jî Temel Karamollaoglu li Diyarbekirê peyva “Kurdistan”ê bi lêv dike. Ez vê yekê ji serokê xwe re qebûl nakim û va ye ez ji endamtiya partiya xwe îstîfa dikim.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin