Demirtas: AKPê dubendî xiste nava gel, bira li bira kir dujmin
PeyamaKurd – Di çarçoveya bangeşeya hilbijartina 24ê Hezîranê de axaftina namzedê HDPê bo serokkomariya Tirkiyê Selahattin Demirtaş ku li girtîgehê hatibû kişandin li ser ekrana TRTê hat weşandin.
Axaftina Selahattin Demirtaş 10 xulekan dewam kir. Ji axaftina ku hate kirin çend xal wiha bû:
- Demirtaş: Ji ber ku AKP ji min ditirse ez li girtîgehê me.
- Demirtaş bi gotina Seyîd Riza dest bi axaftina xwe kir: Min bi derew û hîleyên we re serî dernexist ev ji min re bû dert, lê min jî ji we re serî netewand bila ev jî ji we re bibe dert.
- Eger hûn dengê xwe bidin Erdogan hûn ê qedera vî welatê bidin destê yek mirovekî.
- Di hundur de destê min girêdane û meydan bi meydan digerin û îftirayê davêjin min, vê rewşê jî wek mêranî didin nîşan ev ne mêranî ye.
- Di derbarê min de tu biryarekê ku min mehkûm bike tune ye, min wek sûcdar îlan kirin û bi vî awayî jî bi awayekî eşkere qanûnan binpê dikin.
- Ji bo ku jiyana xwe ya bi şetefat û îqtidara xwe winda nekin bi awayekî eşkere derewan dikin û qet ji îftira avêtina xwe re jî pera nadin.
- Ew kesên ku aqlê xwe û wicdanê xwe bi vî awayî winda kiribin gelô bi çi rûyî bûne namzetê rêvebiriya vî welatê ez fêhm nakim.
- Di demekê herî kurt de wê diyar be ku tu sûcekê min tune ye bila ji vê tu şipha we tune be, bes bila dadgeh li gorê daxwaziyê iqtidarê na li gorê serdestiya hiqûqê tevbigerin.
- Welatiyên hêja eger ev zulm û zordestî tenê li min hatiba kirin dibe ku ne hêjayê gotinê bû, lê hûn heman zulm û zordariyê her roj dibînin, hûn jî mexdûrên vê zulmê ne. Ez dibînim ku jiyana çawa veguheriye trajediyê. Li hevnekirin û dijmina di nava gel de gelek zêde bûye. Bira li birayê bûye dijmin. Herwiha rewşa aboriyê jî her diçe xerab dibe. Rêvebiriya AKPê di nava dewlemendiyê de li kêfa xwe dinhêre. Lê bi milyonan însan mihtacê nan hiştin.
- Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li derve û li hundurê welqat polîtikaya ku mirinê pîroz dibîne meşandin û bi vî awayê zarokên me dibin mirinê.
- Bêguman di rêvebiriyên demokratîk te hilbijartin gelek girîng in, hûn bi dengên xwe kesên ku welat li rê biherin bibijêrin. Di vê çarçovê de biryara ku hûn bidin tenê ne ji bo îro ye, herwiha ji bo pêşeroja we û ji bo zarokên we ye jî. Di 24ê Hezîranê de hûnê diyar bikin ka gelo wê ji vir pêde tirkiye di kêjan rêyî de bimeşe.
- Eger ku hûn Erdogan tercih bikin, wê ji vir pê de qedera vî welatê tenê bimîne di destê Erdogan de. Wê dewlet bi hemû saziyên xwe bikeve bin kontrola wî. Dema ku ew xeletiyekê bike tu kesek namîne ku xeletiya wî rast bike an jî li hember derê. Wê qedera 81 milyon mirovî bimîne li ber wicdanê Erdogan.
- Ne 20 meh ez 20 sal jî di vir de girtî bimînim dîsa jî li ber zulma wan stûyê xwe xwar nakim. Ji bo aştiyê ji bo azadiyê ez ê li vir, ji dêl we ve jî li berxwe bidim. Ew kesên ku dixwazin me bi hepiskirinê, bi hucreyan û bi mirinê bitirsînin vê gav ew bixwe hatin halekî wisa ku ji sîha xwe ditirsin. Em wan bi tirsan wan re bihêlin û bi destê hev bigirin û ber bi rojên rohnî ve bimeşin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin