Komkujiya li Zelandayê polîsê Awûstûryayê xiste nava tevgerê
PeyamaKurd- Bi sedema ku têkilî di navbera berdevkê “Tevgera Nasnameger” Martin Sellner û terorîstê ku li Zellandayê êrîşê ser du mizgeftan kir û di encamê de 50 kesan kuşt, heye ji aliyê hêzên asayîşê yên Awûstûryayê de li mala Sellner lêgerîn kat kirin.
Berdevkê Dozgeriya Grazê Hansjörg Bacher, bo rojnamevanan ragihand ku bi sedema îhtîmala têkilî di navbera berdevkê “Tevgera Nasnameger” Sellner û qatilê Christchurch ê ku êrîşê ser du mizgeftan kiribû heye, li mala Sellnerê rastgirê tund, geriyane. Bachner got ku hesabê Sellner ji aliyê polîs de hatiye taqîbkirin û bo hesabekî wî hezar û 500 ewro alîkarî hatiye kirin. Kesê ku alîkarî kiriye, paşnavê wî û paşnavê kujerê Zellandayê eyniye.
Li mala Sellner, do lêgerîn hatiye kirin û asayîşa Awûstûrya dest daniye ser temamên alavên wî yên elektronîk.
Serokwezîrê Awûstûryayê Sebastian Kurz di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ew bi wezîrê karên hundir bi Josef Moser re hevdîtin kiriye û got; divê her têkiliyên navbera endamên “Tevgera nasnameger” û êrîşkerê Christchurchê derê ortê.
Rêxistina Parastina Makezagonê ya Awûstûryayê (Îstîxbarata Awûstûryayê) ragihand ku kujerê Zelandayê di 26.11.2018an de hatiye Awûstûryayê, li payîtext Viyana û gelek bajarên dinan geriya ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin