NYT: Dîmenên satalaytê Amerîkayê xiste nava tevgerê
PeyamaKurd- Li gor ragihandina rojnama The New York Timesê; sedema ku Amerîkayê di Kendavê de xiste nava lebata leşkerî ew e ku dîtin di dîmenên satalaytê de artêşa Îranê fuzeyan li botan bardikin.
Rêvebirên Amerîkî yên ku nexwestin navên wan bên aşkerakirin, ragihandine ku wêneyên ji satelaytê hatine kişandin, di wan de; botên ku yên artêşa Îranê ne fuzeyan hildigrin û ev dîmen artêşa Amerîkayê xistiye nava tevgerê. Şirovekarên leşkerî yên Amerîkayê vê tevgera Îranê weka êrîşa bo ser keştiyên Amerîkayê bêkirin qebûl kiriye. Hem Amerîka agahiyan bidestxitiye ku dê Îran êrîşê ser keştiyên bazirganî bike.
Agahiyên di derbarê ku grûbên Şîa dê êrîş bikin ser baregehên Amerîkayê yên li Iraqê jî hatine bidestxistin. Li ser van agahiyan hemû şêwirmendê Qesra Sipî John Bolton û wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandin ku: “Îran amadekarî dike da li hedefên Amerîkayê bixe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin