Lavrov 8 kesên Amerîkayê xist nava lîsteya dorpêçan
PeyamaKurd – Piştî Amerîkayê ragihand ku dê 10 dîplomatên Rûsyayê derxe derveyê welat, Rûsya bi heman awayî bersivê da Amerîkayê û di ser denavê 8 kesên Amerîkayî xiste nav lîstê. Di nava lîsteyê de nav hene ku berê dixebitîn û nav hene ku niha dixebitin.
Navên ku Rûsya behsa wan dike, serokê (FBI) Christopher Wray, Serokê îstîxbarata Netewî Avril Haines, wezîrê Dadê Merrick Garland, wezîrê ewlehiya karên hundir Alejandro Mayorkas, serokê giştî yê zîndanên federal Michael Carvajal, seroka konseya siyaseta karên hundir Susan Rice, nûnerê berê yê ewlehiyê John Bolton û serokê berê yê CIA yê James Woolsey hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin