Ji ber protestoyan seferên asmanî yên Tirkiye-Îsraîlê hatin betalkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku seferên asmanî yên Balafirvaniya Tirkiyeyê (THY) û ya Îsraîlê ji ber protestoyên berdewam ên li Îsraîlê hatin rawestandin.
THYê îro 27ê Adarê bi daxuyaniyekê ragihand ku seferên Tel Avîvê yên îro hatibûn plankirin dualî hatine betalkirin.
Di daxuyaniyê de behsa prostestoyên dijî hikûmeta Îsraîlê yên derbarê yasaya darazê de nehatiye kirin, lê li gorî medya Tirk sefer ji ber protestoyan hatine betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin