Ji ber qirêjiya hewayê, li Tehranê dibistanan tatîl kirin

31 January 2025 23:31 0 dîtin
Ji ber qirêjiya hewayê, li Tehranê dibistanan tatîl kirin

PeyamaKurd – Li payîtexta Îranê li Tehranê bi sedema hewa bajêr qirêjiye, temamê dibistan û dezgeyên perwerdê ast bi ast tatîl kirin. Wê dersên dibistanan li ser online bidin.

Li gor biryara komîta rewşa lezgîn ya gemariya hewayê, ji ber serma û gemariya hewayê, navçên Demawend û Firuzkuh û zankoyên Tehranê ne tê de, temamê dibistanan tatîl kirin.

Li gor pîvanên ku li Tehranê ji bo hewayê kirine, îro li Tehranê dereca gemariya hewayê gihaye 157 mikrogram/m3. Ev jî tê vateya ku hewa bajêr gelek xerabe.

Nûfûsa Tehranê gelek qelebalixe û hem ardûyên ku di bajêr de dişewitînin, kalîta wan baş nîne.