Li Tehranê ji ber qirêjiya hewayê nêzî 4 hezar kes mirine
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Îranê Tehranê di nav salekê de ji ber qirêjbûna hewayê 3 hezar û 751 mirine.
Serokê Saziya Tenduristiya Hewayê û Guherîna Keşûhewayê di wezareta tenduristiya Îranê de Dr. Ebas Şahsunî, ji ajansa fermî ya Îranê ISNA re daye xuyakirin ku sala borî 3 hezar û 754 kesan li Tehranê ji ber sedema qirêjbûna hewayê jiyana xwe ji dest daye û diyar kiriye, qanûna derbarê paqijiya hewayê de nayê bicîkirin.
Şahsunî daye zanîn ku sotemeniya xirab a otomobîlên kevn û dîzel û motorsîklet yekem sedema qirêjiya hewayê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin