Ji berpirsê PDKê daxuyaniya vegera bajêr û diyarkirina parêzgarê Kerkûkê
PeyamaKurd - Endamê encûmena rêveberiya Kerkûk–Germiyanê yê PDKê Dr. Ferhad Kerkûkî li ser diyarkirina parêzgarê Kerkûkê ku niha parêzgarê sepandî Rakan Cîburî derbasî parlamena Iraqê dibe û li şûna wî bi wekalet qeymeqamê navçeya navendî ya Kerkûkê tê danîn, daxuyanî dan.
Ferhad Kerkûkî destnîşan kir, piştî binkeyên wan ji aliyê hêzên hatine ferz kirin ên li Kerkûkê vala bikin û PDK vegere Kerkûkê û ala partiyê û Kurdistanê li ser binkeyê wan hate bilind kirin, wê demê dê behsa danîna parêzgerekî bo Kerkûkê bikin.
Kerkûkî ji BasNewsê re gotiye, derveyî encûmena rêveberiya PDKê binkeyê PDKê li Kerkûkê hatiye dagir kirin û hatiye daxistin, binkeya baskê 3, Komelgeha Azadî, binkeyên navçeyan û gelek binkeyên din hatine dagirkirin û wiha got:
“Heger rêkeftina Şingalê û rêkeftineke din jî derbarê asayîkirina rewşa Kerkûkê de bê kirin, divê heta meha Hezîrana 2021ê rêkeftin bên bicihanîn û pirs bên zelal kirin.”
Ferhad Kerkûkî diyar kirt: “Nabe PDK wezîrê wê li Bexda hebe, parlamenterê wê hebe, lê nikaribe li Xurmatû û Kerkûkê hebe. Nabe partiya herî mezin a Kurdistanê rê jê re neyê dayîn karê siyasî li wan navçeyan neke.”
Kerkûkî destnîşan kir, wê partiya wan bi keramet û Ala Kurdistanê biçe Kerkûkê û got: “Divê hêza Pêşmerge jî bo parastina sînorê Kerkûkê vegere bajar, binkeyên PDKê bên vekirin û karûbarên ewlehiya bajar radestî polîs bê kirin. Herwiha Heşdî Şeibî derkeve û ala PDK û Kurdistanê jî wek her cihekî din asayî bê bilind kirin.”
Ferhad Kerkûkî da zanîn: “Dema ew pêngav hatin bicihanîn wê demê emê behsa parêzgerê Kerkûkê û zelalkirina wê bikin. Ev mafê kurdan e û divê PDK û YNK di vê derbarê de rêkbikevin û kesekî bêalî û kurdperwer bibe parêzgerê Kerkûkê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin