Ji bo 3 bajarên Bakurê Kurdistanê rûxseta lêgerîna petrolê
PeyamaKurd - Wezareta Enerjî û Derametên Sirûştî ya Tirkiyê ji bo lêgerîna petrolê li sê bajarên bakurê Kurdistanê rûxset da kompaniya TPAO – Kompaniya Petrola Tirkiyê.
Li gor rojnameya fermî ya Tirkiyê wezaretê ji bo bajarên Sêrt, Bedlîs û Batmanê rûxseta lêgerîna petrolê daye TPAOyê.
Herwiha destûra lêgerîna petrolê bo qadên li bajarên Konya, Nigde, Edirne û Tekirdagê jî hatiye dayîn ku dê rûxseta TPAOyê li 7 qadên petrolê heta 5 salan berdewam bike.
Beriya niha jî rûxset ji bo qadên lêgerîna petrolê yên Amed û Semsûrê bo TPAOyê hatibûn dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin