Ji bo 7 rojan agirbest hat ragihandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di navbera herdu aliyên şerê Sûdanê de, ji bo 7 rojan agirbest hatiye ragihandin.
Li gorî nûçeya Al Jazeerayê, çavkaniyên Erebistana Siûdî ragihandine ku di navbera aliyan de ji bo 7 rojan agirbest hatiye ragihandin û dê piştî 48 saetan jî destpê bike.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku agirbest li ser valakirina nexweşxaneyan ji komên çekdar û destûrdana çakkirina saziyên xizmetkirina welatiyan hatiye ragihandin.
Ji 15ê Nîsanê de şerê navbera artêşa Sûdan û Hêzên Piştevaniya Bilez berdewam dike ku herî dawî li Cide ya Siûdî 11ê Gulanê rêkeftinek hatibû girêdan, lê hîn jî herdu alî bi temamî li hev nehatine û şer dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin