Ji bo erdheja Hatayê ji Amerîka û Neteweyên Yekbûyî peyama pistgiriyê
PeyamaKurd – Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê Jake Sullivan diyar kir, piştgiriya wan a ji bo erdheja dawî ya Hatayê wê bidome, NY jî diyar kir, ew amade ne alîkariyên zêde bidin Tirkiye û Sûriyeyê.
Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Amerîkayê Jake Sullivan da zanîn, ew ji ber erdheja bi lerza 6,4an a ku navenda wê li navçeya Defne ya Hatayê ye û tesîrê li Tirkiye û Sûriyeyê dike bi fikar in û got, di vê çarçoveyê da piştgiriya Amerîkayê wê dewam bike.
Sullivan li ser Twitterê wiha got: "Em ji nûçeyên erdhejê ku bandorê li herêmên jixwe wêranbûyî yên li Tirkiye û Sûriyeyê kiriye bi fikar in."
Sullivan destnîşan kir, ji ber erdhejan piştgiriya tevahî ya DYAyê dê bidome.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres eşkere kir, fikrên wî bi gelên Tirkiye û Sûriyeyê yên ku erdhejên nû lê dijîn re ne û ragihand, NY ji bo alîkariyên zêde amade ye.
Guterres piştî erdheja bi lerza 6,4 ku navenda wê navçeya Defne ya Hatayê bû, ji hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir. Guterres bal kişand ku ekîbên Neteweyên Yekbûyî rewşa li qadê dinirxînin û wiha got, "Heke hewce bike em amade ne ku alîkariyên zêde bidin."
Di erdheja bi lerza 6,4an a ku li navenda navçeya Defne ya Hatayê pêk hat de 18 jê giran 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 294 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin