Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê li Kerkûkê sindoq bên danîn

06 July 2024 08:29 0 dîtin
Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê li Kerkûkê sindoq bên danîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de dê li Kerkûkê navendeke dengdanê bê vekirin û kesên ku mafê wan ê beşdarbûna hilbijartinê heye dikarin dengê xwe bidin.

Endamê Ofîsa Ragihandinê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Elî Beyatî diyar kir ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wê li Kerkûkê sindoq bên vekirin.

Elî Beyatî got, her kesên ku li Kerkûkê dijîn û dikarin beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin dikarin li ser vê sindoqê dengê xwe bidin.

Li gor biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê, 20ê Cotmehê şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Galayî di daxuyaniya xwe ya ji bo Kudistan24ê de diyar kir ku ew amade ne di roja diyarkirî de hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên lidarxistin.

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yekem partî bû ku bersiva Serokatiya Herêma Kurdistanê da û ragihand, ku ew amadene beşdarî hilbijartinên pêşwext bibin.

Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê, UNAMI û Yekîtiya Ewropayê pêşwazî li ragihandina roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve kirin û piştevaniya xwe ji bo serkeftina proseyê ragihandin. Di tûra yekem de ku di hilbijartina serokomariyê de rêjeya herî kêm a di dîroka welêt de bû ji sedî 40, Pezeşkiyan ji sedî 42,5, dengê Celîlî jî ji sedî 38,6 bû.