Ji bo Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê meha Gulanê tê diyarkirin
PeyamaKurd – Piştî ku ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve hilbijartinên Herêma Kurdistanê hate paşxistin, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê rojeke nû ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar dikin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî daye xuyakirin ku şandeke komîsyonê li Hewlêrê ye û dê sibe bi Serokatiya Herêma Kurdistanê re ji bo diyarkirina rojeke nû ya hilbijartinên parlamentoya bicive.
Hatiye diyarkirin ku hilbijartinên xula şeşem a Parlamentoya Kurdistanê dê sê mehan were paşxistin û tê pêşbînîkirin, di navbera 25 û 30yê Gulana 2024an de were lidarxistin.
Beriya niha biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibatê de bên kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3yê Çileya 2024an ragihandibû ku ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21ê Çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin