Ji bo mafyagerê Tirk Sedat Peker biryara girtinê hat derxistin
PeyamaKurd - Ji bo mafyagerê Tirk Sedat Peker ku îtirafên xwe yên bi berpirs û rayedarên dewletê re belav dike û herwiha alîgirekî deshilatiya Erdogan bû, biryara girtinê hat derxistin.
Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê ya Duyemîn îro 27ê Gulanê derbarê mafyager Sedat Peker de biryara girtinê derxist ku ew niha li derveyî Tirkiyê ye û dema derketibû derve jî bi parêzvanên fermî yên dewletê re çûbû.
Peker di vîdyoyên ku heta niha belav kirine de nêzîkî sed milyon caran li ser youtube hatiye temaşekirin û li ser kuştina karsazên Kurd di salên 1990an de ku jî agahî belav kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin