Hat îdiakirin ku Sedat Peker hatiye girtin û wê Îmarat wî radestî Tirkiyê bike

06 December 2021 19:26 0 dîtin
Hat îdiakirin ku Sedat Peker hatiye girtin û wê Îmarat wî radestî Tirkiyê bike

PeyamaKurd -  El Cezîreyê ragihandiye ku tê îdiakirin mafyagerê Tirk Sedat Peker li Îmaratê hatiye binçavkirin û wê radestî Tirkiyê bê kirin.

Sedat Pekerê ku wek serokê rexistina sucên organîze tê tometbarkirin di parvekirinên xwe yên sansasyonel yên li ser medya civakî li dijî payebilnd ên Tirkiyê ketibû rojeva Tirkiyê û cîhanê. Sedat Peker beriya neçar bimîne ji Tirkiyê derkeve, demeke dirêj piştevaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiribû û bangeşiyên hilbijartinan ji bo wî pêk anîbûn.

El Cezîre di nûçeya xwe de diyar kiriye, “Nîşaneyên din jî hene ku têkiliyên her du welatan germ dibin. Karsazê Tirk Mehmet Ali Ozturk ku ji sala 2018an û vir ve bi sûcdariya fînansekirina komên “terorîst” ên li Sûriyeyê li Îmaratê girtî bû, hat berdan û vegeriya Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku Sedat Pekerê tometbarê mafyaya Tirk ê ku di vîdeoyên înternetî yên ku ji sirgûna xwe ya li Dubayê belav kiribû de sûcên skandalî li rayedarên payebilind ên tirk kiribû, ji aliyê rayedarên Îmaratê ve jî hat binçavkirin û dibe ku radestî Tirkiyeyê were kirin, ku ev demeke dirêje Tirkiye daxwaza radestkirina wî dike.”

El Cezîreyê piştî vê nûçeyê daxuyenîyek belav kir û di daxuyanêyê de hat gotin ku îdiaya navborî di tu nûçeyên sernavê yên malperê de cih negirtiye û di nûçeyeke îmzekirî de gotina "ew hat binçavkirin" behsa demên berê dike.

Rojnamevana El Cezîre Sînem Koseoglû di daxuyaniya xwe de got, "Ne nûçe û ne jî manşeta Cezîrê ya 'Sedat Peker hatiye girtin û wê radestî Tirkiyeyê were kirin' nîne'. Di nûçeyeke ku di malpera me de hat weşandin de hevalê me got, "Hat îdiakirin ku Peker ji aliyê Îmaratê ve hatiye girtin û dê were radestkirin."