Ji bo serdana gora ‘Mem û Zinê’ ji Çînê hatin Cizîrê
PeyamaKurd – Bûk û zavayekî Çînî ji bo serdana gora ‘Mem û Zîn’ a berhema navdar a Ehmedê Xanî bikin, ji Çînê bi rê ketin û hatin Cizîra Botan a Bakurê Kurdistanê.
Bûka ji Erebistana Siûdî û zavayê Çînê ku di bin bandora çîroka Mem û Zîn a Ehmedê Xanî de mane, ji Şanghay a Çînê hatin Cizîrê û serdana gora ‘Mem û Zînê’ kirin.
Hat zanîn ku zava akademîsyenekî Çînî bi navê Neng Dong e û 5 sal berê bûye Misilman û navê xwe wek Nûredîn guhertiye û bi keçeke Siûdiyê bi navê Yumna zewicî re ye.
Nûredîn, piştî ku di lêkolînên xwe yên akademîk de fîlozof û alimê Kurd Ehmedê Xanî û berhema wî ya navdar “Mem û Zîn” nas dike, gelekî bandorê li ser çêdike û evîna xwe ya ligel Yumnayê jî dişibîne ya Mem û Zînê.

Hat zanîn ku Nuredîn ji bo pîrozkirina yekemîn salvegera zewaca xwe ji bajarê Shanghay ê Çînê ji 7 hezar kilometre dûr bi rê ketiye û hatiye serdana gora Mem û Zînê li Cizîra Botan.
Yumnayê li ser vê serdanê gotiye, ji bo wan îro rojeke girîng e, lewra ev yekemîn salvegera zewaca wan e.
Zavayê Çînî li Akademiya Zanistên Civakî ya Shangayê dixebite, biryar daye Mem û Zîna ku beriya niha ji bo bi dehan zimanan hatibû wergerandin, wergerîne Çînî û du sal in li ser berhemê dixebite.
Neng Dongê ku du rojan li mala Cizîriyan bûye mêvan dibêje; “Ez doktor akademîsyen Nûredîn. Ez li ser wergerên edebî kar dikim. Min Mem û Zîna ku orjînala wê bi Kurdî ye, ji tekstên Îngilîzî, Fransî û Tirkî wergerand Çînî. Min xwest beyt bi beyt wateya wê ya orjînal biparêzim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin