Ji Bogdanov daxuyaniya asayîkirina têkiliyên Tirkiye û Sûriyê: Me li hev kiriye…
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bo Rojhilata Navîn Mîkhaîl Begdanov derbarê proseya asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyê de, daxuyanî da û got, wan li ser rêzgirtina serweriya welatan li hev kiriye.
Bogdanov diyar kir ku asayîkirina pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê, beşeke girîng a xebatên wan e li Sûriyeyê û da zanîn, “Me li ser asta wezîrên derve û berevaniyê gelek civîn û gotûbêjên kêrhatî pêk anîn.”
Herwiha Bogdanov got: “Hêviya me ya karkirina li ser asayîkirana pêwendiyan heye. Em di baweriyê de ne ku dê bandora wê hebe û di berjewendiya her du welatan de be.”
Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê destnîşan kir: “Pêwendiyên me yên bihêz û dostane li gel her du welatan hene. Herwiha me li hev kiriye ku rêz li serweriya welatan bê girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin