Ji civîna Kurdistanê bo hukumeta Bexdayê 5 xal derketin

25 February 2020 02:33 0 dîtin
Ji civîna Kurdistanê bo hukumeta Bexdayê 5 xal derketin

PeyamaKurd- Li payîtexta Kurdistan li Hewlêrê di bin serokatiya serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de parlementoya Kurdistanê û berpirsên partiyên siyasî civiyan û li ser tewrê harêma Kurdistanê bo hukumeta nû ya Bexdayê guftûgo kirin. Di civînê de encamên seredana heyeta Kurdistanê bo Bexdayê hatin guftûgokirin û paşî gihan van 5 xalan. Piştî civînê di derbarê civînê de peyam hat dayîn.

Xalên encama civînê weha ne:

  1. Em ê bixebitin bo hukumeteka ku karibe çareseriya pirsgirêkên heyî bike, şiyana wê ya temîna îstîqrarê hebe, baweriya temamê pêkhateyan qezenc bike û karibe amadekariya hilbijartinên pêşwext bike.
  2. Pêngavên ku heya niha ji aliyê Muhammed Ellawî de hatine avêtin, baweriyê nedaye gelek teref û pêkhateyên Iraqê. Bo wê jî, bo hukumet daxwazên temamê pêkhateyên Iraqê bicîh bîne, divê li ser rêbaza xebat û bername ya Ellawî şiroveyan bikin.
  3. Em ê bo parastina statuya herêma Kurdistanê û deverên ku li ser wan arîşe hene, bo parastina mafên wan yên destûrî zorê bidin Bexdayê. Tenha dezgeyên fermî yên Kurdistanê, pêkhate û rêxistin dikarin nûnerên herêma Kurdistanê bibjêrin. Ew hilbijartin jî li ser bingeha netewî û hevkariya wekhevî, dikare nûnerên xwe hilbijêre.
  4. Iraq niha bi tehdîdên hundir û derve re rû bi rû ye û di pêvajoyeka talûke de derbas dibe. Bi wê sedemê em dixwazin rêvebirên Iraqê li ser masa muzakereyan rûnên û bigihên fikreka netewî.
  5. Heyeta herêma Kurdistanê bi vê armancê wê bi terefên siyasî yên Iraqê re hevdîtinên xwe bide dewamkirin.