Ji damezrînerê Telegramê yê serbest hat berdan re derketina ji Fransayê hat qedexekirin
PeyamaKurd – Damezrîner û Rêveberê (CEO) sepana peyaman Telegramê Pavel Durov ku di 24ê Tebaxê de li Fransayê hatibû desteserkirin, ji aliyê dadgehê ve bi kefaleta 5 milyon euroyî û kontrola edlî hat berdan.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya neteweyî de cih girtin, Durovê ku bi hinceta "Agahdarî nedaye rayedaran" jê pirsîn îro derket pêşberî dadger.
Serdozgeriya Parîsê diyar kir ku Durovê ku derbarê wî de 12 dozên cuda hebûn, piştî 96 saetên desteserkirinê, bi kefaleta 5 milyon euroyî û şert û mercên kontrola edlî ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Wî daxuyand ku ew ê bê desteserkirin bê darizandin û derketina wî ji xaka Fransayê hat qedexekirin.
Durov di 24ê Tebaxê de dema ji balafira xwe ya taybet li Balafirgeha Bourget a Parîsê daketibû, hatibû desteserkirin. Hat ragihandin ku Durov bi hinceta ku li ser Telegramê dest bi naveroka neqanûnî kiriye hatiye desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin