Bi sertên qedexeya derketina derve çawisê destdirêjî li Îpek Er kiribû serbest hat berdan
PeyamaKurd – Yekemîn Dadgeha Giran a Sêrtê, cezayê doza ku çawişê pispor Musa Orhan ê ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bibû sedema xwekuştina wê red kir.
Rûniştina doza li dijî çawişê pispor yê berê Musa Orhan ê ku li Batmanê destdirêjî li Îpek Er kiribû û bibû sedema xwekuştina wê, li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê birêve çû.
Tawanbar Musa Orhan, ku ji ber sûcê "destdirêjiya zayendî" tê darizandin, bi rêya sîstema deng û reng (SEGBIS) beşdarî rûniştinê bûn û tawanên li dijî xwe red kirin. Dê û bavê Îpek Er jî li dadgehê amade bûn.
Dadgeha piştî axaftinan, derbarê Musa Orhan de bi tawanê destdirêjiyê 10 sal ceza da wî û biryar da, bi şertên qedexeya derketina derve Musa Orhan serbest bimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin