Ji Erdogan daxuyaniya hevkariya enerjiyê bi Îsraîlê re: Wê pêvajo bileztir bibe!

31 March 2022 17:36 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya hevkariya enerjiyê bi Îsraîlê re: Wê pêvajo bileztir bibe!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî serdana xwe ya Ozbekîstanê di derbarê rojevê de ji çapemeniyê re axivî.

Erdogan piştî ragihandinên li ser pêwendiyên fermî yên navbera Tirkiye û Ozbekîstanê pirsên rojnamevanan bersivand û li ser rewşa Ûkraynayê got: “Em ji bo garantiya ewlehiya Ûkraynayê dikarin bibin yek ji welatên garantor lê divê hûrgilî werin zelalkirin.”

Serokomarê Tirkiyeyê li ser hevdîtinên şandên Rûsya û Ûkraynayê yên li Tirkiyeyê pêk hatin jî got: “Ez wisa bawer dikim ku di hevdîtinan de ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê pêşveçûneke girîng çêbû.”

Erdogan li ser têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê jî axivî û da zanîn, yek ji rojevên girîng ên cîhanê û Tirkiyeyê enerjî ye û di pêvajoya dawî de Iraq û Îsraîl ji bo gaza xwezayî hin projeyan tînin rojevê.”

Di dewama axaftina xwe de got: “Tirkiye ji aliyê Ewropayê ve wekî aktoreke sereke ya ewlehiya enerjiyê tê dîtin. Em dikarin di vê çarçoveyê de bibêjin pêşiya dîplomasiya enerjiyê ya Tirkiyeyê vekirî ye.”

Erdogan li ser pirsa hevkariya enerjiyê ya bi Îsraîlê re jî ragihand, “Heger em piştî meha Remezanê bi Bennett re hevdîtinê bikin û bilez li ser bihevrebûna Îsraîl-Tirkiyê gav bavêjin, wê pêvajoya petrola Rojhilatê Derya Spî û gazê bileztir bibe.”