Ji Erdogan daxuyaniyên êrîsa PKKê ya Enqerê û guhertina Destûrê...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 3yê Cotmehê di merasîmeke fermî de, li ser rojevê daxuyanî dan.
Erdogan li ser êrîşa xwekujî ya Enqereyê du roj berê li ber avahiya Wezareta Navxwe hatibû encamdan û PKKê li xwe girtibû got, “Heger herdu êrîşkar nehatana bêbandorkirin, wê biçûna Ewropayê serî li penaberiyê bidana û bihatina qebûlkirin.”
Erdogan li ser mijarê wiha axivî: “Terorîst bêyî ku bigihin mebesta xwe hatin bêbandorkirin. Derket holê ku bi awayekî xedarî welatiyekî me jî kuştine. Em rûbirûyî êrîşeke hovane ne. Ger ev canî nehatina bêbandorkirin, reviyana derveyî welat, wê ji aliyê hin kesan ew bikirina taca serê xwe.”
Erdogan herwiha bal kiştan ser guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û diyar kir, pêwîste xwe ji Destûra darbeya leşkerî rizgar bikin û destûreke sivîl çêkin. Erdogan gat: “Em bi biryar in Sedsala Tirkiyeyê bikin sedsala edaletê…Dema derxistina zincîran hatiye. Destûreke sivîl wekî şîrê dayikê ji miletê me re helal e. Nabe ti aliyekî siyasî û erka deshilatê guhê xwe ji vê re bigre.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin