Ji Ewropayê daxuyaniya pistgirîyê bo hewldanên agirbesta Xezayê
PeyamaKurd - Ewropayê piştgirî da bangawaziya hevpar a ku ji aliyê Serokê Amerîkayê Joe Biden, Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sisi û Mîrê Qeterê Şêx Temim bin Hamed Al Thani ve ji bo Îsraîl û Hemasê hatiye kirin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, di derbarê bangawaziya van her sê serokan a ji bo destpêkirina nû ya gotûbêjên agirbestê li Xezayê di 15'ê Tebaxê de li Doha an Qahîreyê, di hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand: "Em li Xezayê hewceyî agirbesteke demildest in. Ev tenê rêya rizgarkirina jiyana mirovan, ji nû ve xurtkirina hêviya aştiyê û vegerandina dîlan e. Ji ber vê yekê, ez bi xurtî piştgiriya hewldanên ku ji aliyê Amerîka, Misir û Qeterê ve tên meşandin û ji bo dabînkirina aştî û aramiya ku herêm pê hewce ye, dikim."
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Mîrîtiyên Erebî yên Yekbûyî (BAE) ve hatiye kirin de jî bang li Hemas û Îsraîlê hat kirin ku vexwendina hatîye kirin qebûl bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Lihevkirina ku ji aliyê van her sê serokan ve hatiye pêşkeşkirin û niha li ser maseyê ye, dê êş û azara gelê Xezayê û dîl û malbatên wan bidawî bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin