Hewldanên agirbesta Xezeyê: ‘Hêviyeke nû çêbû’

15 September 2024 13:02 0 dîtin
Hewldanên agirbesta Xezeyê: ‘Hêviyeke nû çêbû’

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku civîna li paytexta Qeter Dohayê ya dawî, hewldanên agirbesta Xezeyê zindî kiriye û di civîna navbeynkarên misirî û qeterî yên bi tevgera Hemasê re hatiye pêkanîn de, derfeteke nû ya hewlên xwegihandina agirbestekê, pevguherîna girtî û dîlgirtiyan çêbûye.

Li gorî nirxandinên medya Erebî, ev gava han a ji nişka ve di rêveçûna hevdîtinan de, zîndîkirina nû ya hêviyên xwegihandina lihevkirinekê ye.

Di nûçeyeke Şerqul Ewsetê de hatiye diyarkirin, pisporan anîye ziman ku girîng e serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu ji bo pêkanîna girêbestekê di nêzîktirîn demê de tawîzan bide, lê ger nede dê hewldan ber bi rêya girtî ve biçin.

Çavkaniyeke payebilind ê misirî di kanala El Qahîre El Exbariyê de li ser bidawîbûna danûstandinên Dohayê yên agirbestê bi beşdariya serokê îstîxbaratê yê Misirê Ebas Kamil, serokwezîrê Qeterê şêx Mihemed Bin Ebdurehman Al Sanî û şandeya Hemasê ya bi seroktiya Xelîl El Heyê axivî ye û wiha gotiye:

“Di danûstandinan de taybetmendiyên cidîbûnê derketin holê û ew yek ji bo bidawîkirina krîzê hêviyek e.”