Ji Fîdan û Eraqçî daxuyaniya Sûriyê: Projeya Îsraîlê ye!
PeyamaKurd – Piştî hevdîtina li paytexta Tirkiye Enqereyê Wezîrên Derve yên Tirkiye û Îranê civîneke hevpar a rojnamevanî li dar xistin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, behsa rewşa dawî ya şerê komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku 27ê Mijdarê li parêzgehên Heleb û Îdlib a Sûriyê daye destpêkirin, kirin.
Hakan Fîdan got: “Şerê ku li Sûriyeyê dest pê kiriye ji ber pirsgirêkên ku beriya 13 salan nehatine çareserkirin e” û wiha pê de çû: “Em rê nadin ku rêxistinên terorê ji rewşê sûdê wergirin. Tirkiye û Îran li ser nehiştina PKK, YPG û PJAKê hevnêrîn in.”
Herwiha Fîdan diyar ku ew divê bi Îranê re li dijî PKK û PJAKê polîtîkayeke zelal bimeşînin û got: “Di mijara ku bi temamî rêxistin ji herêmê were paqijkirin de nêrîna Tirkiye û Îranê hevbeş e. Her wiha êdî em naxwazin li qadê ji bo pratîkkirina vê nêrînê dereng bimînin. Armanca me ew bû ku Hikûmeta Sûriyeyê bi rêya diyalogê bi mixalefetê re pêvajoyekê bi pêş bixe. Sedema destpêkirina şerê niha jî encama wê yekê ye ku 13 sal in pirsgirêk nehatine çareserkirin.”
Wezîrê Derve yê Îranê Eraqçî jî ragihand: “Pêwendiyên komên terorê yên li Sûriyeyê rasterast bi rejîma Siyonîst re hene. Êrîşa li ser Helebê ji bo me cihê fikaran e û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dixe metirsiyê.”
Eraqçî alozbûna rewşa Sûriyê wekî projeyeke Îsraîlê şîrove kir û diyar kir ku bi Tirkiyeyê re nakokiyên wan hene. Eraqçî got: “Hebûna nakokiyan xwezayî ye. Em di mijara Lubnanê de bi Tirkiyeyê re xwedî nêrîneke hevpar in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin