Ji Fûad Husên daxuyaniya vekisîna hêzên Amerîkî...
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê li avahiya wezareta derve civîneke rojnamevanî li dar xist. Husên da zanîn ku piştî vekişîna hêzên Amerîkî jî wê hevkariya leşkerî û ewlehiyê bi Amerîkayê re berdewam bike.
Fuad Husên got, heza 500 kesan a ku ji Iraqê vekişe ne ji hêza Hevpeymaniya Navdewletî ye û diyar kir, wê bi vekişîna wan 500 leşkerên Amerîkî re 2 hezar û 500 hêzên Amerîkî li Iraqê bimînin.
Husên bibîr xist ku wê piştî vekişîna Amerîka jî hevkariya leşkerî, îstixbarî, parastina asmanî û perwerdihiya hêzên Iraqê berdewam bike.
Wezîrê Derve yê Iraqê diyar kir ku ewe di vekişîna hêzên Amerîkî de gihîştine qonaxa çaremîn ku dawî li hêza Amerîkayê li Iraqê tê û got, leşkerên amerîkî yên bimînin jî tenê ji bo erka şêwermendî û rahênanê dimînin ne ku ji bo şerê bejahî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin