Ji Hizbullahê peyama agirbesta bi Îsraîlê re: Em ne xwesbîn in, ne jî resbîn!
PeyamaKurd – Berpirsê Hizbullahê Mahmud Kumatî ragihand ku divê her agirbesteke ligel Îsraîlê ya bi navbeynkariya Amerîkayê, bilez pevçûnan bidawî bîne û serweriya Lubnanê jî misoger bike.
Kumatî îro Çarşemê da xuyakirin ku dibe Îsraîl digel agirbestê jî êrîşên ser Hizbullahê bidomîne û diyar kir, derbarê agirbestê ew ne xweşbîn ne jî reşbîn e.
Hêjayî gotinê ye, tê çaverêkirin nûnerê Amerîka yê taybet bo navbeynkariya agirbesta Îsraîl û Hizbullahê Amos Hochstein, li navenda parlamentoya Lubnanê Ayn et-Tineyê encamên danûstandinên bo agirbestê eşkere bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin