Ji Îqameya Hewlêrê hisyarî bo Kurdên Rojava: Neçin bajarên Iraqê!
PeyamaKurd – Berpirsê Rêveberiya Îqameyan a Hewlêrê Şêx Kamil Muhammed, hişyarî da koçberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ku li Herêma Kurdistanê bicih bûne û daxwaz kir, ji bo xebatê neçin bajarên din ên Iraqê.
Kamil Muhammed eşkere kir ku li gorî amarên 2022yan di salekê de wan xizmet daye zêdetirî 150 hezar hemwelatiyên biyanî û diyar kir, piraniya wan ji Sûriyê di nav wî 150 hezarî de welatiyên 71 welatan hebûn ku destûra îqameyê bo wan hatiye dayîn.
Herwiha Kamil Muhammed da zanîn, “Piraniya Kurdên Rojava ji ber pirsgirêkên siyasî hatine Herêma Kurdistanê û bi îqameya Hewlêrê li bajarên Iraqê destûr nayê dayîn. Loma jî Em Kurdên Rojava hişyar dikin ku ji bo xebatê neçin bajarên başûrê Iraqê.”
Berpirsê Rêveberiya Îqameyan a Hewlêrê, got ku li gorî rêkarên Wezareta Navxwe divê kesê serîlêdana îqameyê bike hemû şertan bicih werîne û piştre jî ji 6 mehan heta salekê destûra îqameyê bo wan tê dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin