Ji Îranê bo Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî peyam
PeyamaKurd - Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî hişyarî da Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (AEAN) Yukiya Amano û diyar kir ku heger peymana nukleerî dewam neke, dibe ku Tehran di warê bernameya nukleerî de biryarên cuda wergire.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokomariya Îranê, Rûhanî duh li Viyanayê ku ji bo ziyareta fermî li wê derê ye, bi Serokê AEANyê Amano re civiya.
Rûhanî di hevdîtinê de rexne li wê yekê girt ku Amerîka ji peymana nukleerî vekişiya û herwiha got ku divê berjewendiyên welatê wî yên di peymanê de bên parastin.
Rûhanî diyar kir ku heger peymana nukleerî dewam neke, dibe ku Tehran di warê bernameya nukleerê de biryarên cuda wergire.
Rûhanî destnîşan kir ku bi vekişîna Amerîkayê hevsengiya peymanê nema û wiha dewam kir, "Lewma jî divê welatên ku di peymanê de teref in, hevsengiya peymanê biparêzin û neleqînin."
Serokê AEANyê Amano jî peymana nukleerî ku bi Îranê re hatibû îmzekirin, wekî destkeftiyeke dîplomatîk wesifand û bal kişand ku divê peyman bê mihafezekirin.
Amano diyar kir ku mifetişên ajansê çendîn caran lêkolînên xwe kirin û derxistin holê ku Îran berpirsiyariyên xwe yên peymana nukleerî bi cih tîne û wiha got, "Em di qonaxeke hesas da ne û îrtibata me ya nêzîk a bi peywirdarên Îranî re didome."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin