Ji Îranê peyama Rojava: Bi operasyonan çareserî çênabe

30 November 2022 16:30 0 dîtin
Ji Îranê peyama Rojava: Bi operasyonan çareserî çênabe

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bi rêya telefonê axivîne û li ser şerê li dijî Rojava, dan û stendinên siyasî kirine.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tasnîmê, Ebdullahiyan diyar kiriye ku Tehranê nîgeraniyên ewlehiyê yên Tirkiyê yên di derbarê Suriyeyê de fêm kiriye, lê di wê baweriyê de ye ku operasyona leşkerî dê pirsgirêkê çareser neke.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Îranê daye zanîn ku operasyona Tirkiyeyê wê rewşê zêdetir aloz bike û xwestiye ku pirsgirêk bi hevdîtinên ewlehiyê yên di navbera Enqere û Şamê de bên çareserkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku Ebdullahiyan tekez kiriye ku Îran amade ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî piştgiriya danûstandinên navbera Tirkiye û hikûmeta Suriyeyê bike.