Ji Iraqê çend biryarên gumrikê: Deriyên Hesda Seibî hatin girtin...
PeyamaKurd – Komisyona Gumrikê ya Iraqê derbarê xalên gumrikê yên wilayetên Iraqê de çend biryar wergirtin ku hat xwestin ku Herêma Kurdistanê jî wan biryaran bicih werîne.
Komisyona Gumrika Iraqê li ser biryarnameya Cıvata Wezîrên Iraqê ragihand, dê bac li gorî reqemên biryar li ser hatiye standin bê wergirtin û divê ji bilî wilayetên Iraqê, Balafirgeha Navnetewî ya Hewlêrê, ya Silêmaniyê, deriyên gumrikê yên Perwezxan, Başmax û Xelîl Îbrahîm jî wan biryaran bicih bînin.
Bi biryarê re herwiha deriyê Fayde yê navbera Duhok û Misûlê, deriyê Şêrewa yê bakurê Kerkûkê û deriyê gumrikê yê Leylan jî hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye bi rêya wan deriyên gumrikê yên biryara girtinê hatiye dayîn, Heşda Şeibî beriya niha bac ji barhilgirên derbasî Iraqê dibûn stand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin