Ji Îsraîlê daxuyaniya gefên Îranê ya bo êrîsa kargeha atomî: Em amade ne!

12 April 2021 20:47 0 dîtin
Ji Îsraîlê daxuyaniya gefên Îranê ya bo êrîsa kargeha atomî: Em amade ne!

PeyamaKurd – Sererkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavî, li ser tawanbarkirinên Îranê yên bo êrîşa ser kargeha nukleerî ya Netenzê ku dibêjin, rola MOSSADê tê de heye, daxuyanî da.

Kochavî diyar kir ku Tehran dixwaze tola teqîna keştiya Savizê bi van gefan hilîne û hişyarî da Îranê ku bersiveke leşkerî nede.

Sererkanê Îsraîlê got, “Em bi her awayî amade ne ji rahênaneke leşkerî derbasî êrîşeke leşkerî ya pêşketî bibin.”

Kochavi herwiha ragihand ku ew dê di nav mehekê de rahênana herî mezin a perwerdeya leşkerî pêk bînin û dê di vê meha şer de li ser gelek rêbaz û planên leşkerî perwerdê bidin artêşê.